130 Xwendekarên Peymangeha Şehîd Viyan Amara dest bi ezmûnên dawî kirin

Tevî hemû cureyên êrişan, şêniyên Şehbayê ji bo berxwedanê û têkoşînê bi israrin. Îro xwendekarên peymangehên Şehba û Kobanê dest bi ezûnên xwe yên dawî kirin.

Piştî ku 130 xwendekarên Peymangeha Şehîd Viyan Amara ya li Şehbayê semînerên hemû beşan bi dawî kirin, îro dest bi ezmûnên xwe yên dawî kirin.

Ji van xwendekaran jî 60 jê yên derçûnê ne.

Endamê rêvber ê paymengeha şehîd Viyan Amara, Mihemed Osman ‎diyar kir ku tevî êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê, lê ‎xwendekarên wan bi moralên bilind derbasî ezmûnan bûn.‎

Her wiha Xwendekara beşa ziman û wêjeya kurdî ya Paymengehê Wîdad Mihemed jî bang li hemû xwedekarên ku bawernameyên amedehî girtine kir ku xwe di peymangehê de tomar bikin.

Tê payîn ku wê ev ezmûn heta 26’ê mehê dewam bike.

Xwendekarên Peymangeha Şehîd Zozan dest bi ezmûnên dawî kirin

Her wiha li kobanê jî xwendekarên Peymangeha Şehîd Zozan îro dest bi ezmûnên xwe yên dawiya salê kirin.

Ezmûn bi awayekî serkeftî û bi beşdarbûna bi dehan xwendekarên peymangehê pêk hat.

Back to top button