KCK’ê ji bo nivîskarê Kurd Haydar Işik ê ku rehmet kir, peyameke sersaxiyê weşand

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, ji bo têkoşer û nivîskarê Kurd Haydar Işik ê ku rehmet kir, peyameke sersaxiyê weşand. KCK’ê diyar kir gelê Dêrsimê, gelê Kurd û hevrêyên wî yên di nav têkoşîna azadiyê de, tu carî wî ji bîr nakin.

Nivîskarê Kurd Haydar Işik yê ku 1’ê Îlona 1937’an li Dersimê ji dayik bû doh ji ber nexweşiya giran a penceşêrê, li bajarê Munîh yê Elmanya yê koça dawî kir.

Nivîskarê Kurd Işik, jiyana xwe di nav pêşxistina wêjeya Kurdî û têkoşîna ji bo azadiya gelê Kurd de derbas kir.

Û li pişt xwe mîrateyek mezin ji bo gelê Kurd hişt.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, ji bo têkoşer û nivîskarê Kurd Haydar Işik peyameke sersaxiyê weşand û xemgîniya xwe ya ji vê yekê diyar kir.

KCK: Wê hevrêyên wî ên di nava têkoşîna azadiyê de ti carî wî ji bîr nekin

KCK’ê sersaxî ji malbata wî û gelê Kurdistanê re xwest û ji bo têkoşer û nivîskarê Kurd Işik ev tişt anî ziman:

“Ew zarokekî Dêrsimê bû, wî qirkirina Dêrsimê di dil, mejî û hemû şaneyê xwe de hîs dikir, heta kêlîka dawîn a jiyana xwe jî hêrsa wî ya li hemberî vê qirkirinê kêm nebûbû.

Wî cangoriyên qirkirina Dêrsimê ji bîr nekir û neda jibîrkirin. Ew li gorî gotina ‘Jibîrkirin Xiyanet e’ tevgeriya û her dem li ser qirkirin û polîtîkayên qirkirina Dêrsimê nivîsand.”

KCK’ê, diyar kir, daxwaza Işik ya herî mezin ew bû ku gelê Dêrsimê û nifşê nû yê Dêrsimê qirkirina li ser Dersîmê ji bîr nekin û dixwest ciwanên Dêrsimê di serî de hemû gelên Dêrsimê di nav têkoşînê de cih bigrin.

KCK’ê îşaret bi romana Haydar Işik a bi navê ‘Memik Axayê Dêrsimî’ kir û got,

Bi vê pirtuka xwe de jî hewl da şehîdên qirkirinê û kesên zilm dîtine tu carî neyên jibîrkirin.

KCK’ê di dewama peyama xwe de da zanîn Haydar Işik temenê xwe da têkoşîna azadiya gelê Kurd û bi hestên xwe yên xurt ên welatparêziyê xwe da hezkirin.

KCK’ê bal kişand ser nexweşiya giran a Işik û got, “ji ber nexweşiyê nedikarî bi awayekî çalak tevlî nav têkoşînê bibe lê wî bi hest û hebûna xwe piştgirî dida têkoşînê.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, di dawî de diyar kir gelê Dêrsimê, gelê Kurd û hevrêyên wî yên di nav têkoşîna azadiyê de tu carî wî ji bîr nekin, wê têkoşîna azadî û demokrasiyê geş bikin û ji hesreta wî re bibin bersiv.

Back to top button