Li bajarê Qamişlo wê stasyona ava vexwarinê were sererastkirin û ji ber wê, 15 rojan rêjeya ava ku bighêje malan wê kêm be..
Wasil Esed diyar kir ku ji ber li taxa Hilêlîyê amûrên stasyonê kevin bûne, wê dest bi sererastkirinê were kirin û dema wê jî herî zêde 15 rojin.
90 hezar dolar wê li sererastkirinê biçe.
Esed bang li xelkên bajêr kir ku di rojên ew stasyonê sererast dikin de bila tedbîrên xwe bigrin da bê av nemînin.