YNK û Hizba Şue: Em ne alîgirê şer in, divê pirsgirêk bi aştiyê çareser bibe

Berpirsên YNK û Hizba Şue diyar kir ku, ew li dijî şerê navxweyî ne û divê pirsgirêk bi rêyên aştiyane werin çareserkirin. Şêniyên Seyîdsadiq û Pênciwê diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya PDK’ê şerê xwe yê li hemberî Kurdan dewam dike. 

PDK bi hevkariya dewleta Tirk û siyaseta xwe ya şerxwaz hewl dide li dijî gerîla şer bide destpêkirin.

13’ê Kanunê jî, hêzên PDK’ê êrîşek bir ser gerîla û 3 gerîla birîndarkirin.

Aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî li dijî van hewldanên PDK’ê helwestê nîşan didin û êrîşa PDKê li dijî gerîlaya şermezar dikin.

Berpirsên YNK’ê û Hizba Şue ya Kurdistan ên li Germiyanê diyar kir, ew li dijî şer in û divê pirsgirêk bi rêyên aştiyane werin çareserkirin.

Berpirsê Ragihandê yê Malbenda 11’an a YNK’ê ya li Germiyanê Mihemed Heme Salih got:

“PKK naxwaze şer bike û xwe ji şer jî bi dûr digre.

PDK ji bo razîkirina dewleta Tirk hewil dide li dijî PKK’ê şer bike.

Lê eşkereye dewleta Tirk daxwaz ji PDK’ê kiriye ku li dijî PKK’ê şer bike.”

Berpirsê Peywendiyan a Hizba Şue ya Kurdistan a li Germiyanê Mehmud Ehmed jî, daxwaz kir ku bi aşitî û giftugoyê pirsgirêk werin çareserkirin.

Welatiyên Başûr: Tirkiyê bi rêya PDK şerê li dijî Kurdan dewam dike

Şêniyên navçeya Seyîdsadiq û Pênciwên jî diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya PDK’ê şerê xwe yê li hemberî Kurdan dewam dike.

Welatiyan ji bo pirsgirêkên Kurdan çareser bibin, pêwîstî bi kongreya netewî dîtin.

Welatiyê bi navê Ebubekir Hisên anî ziman ku PDK dixwaze şikestinên xwe bi bêdengkirina xwepêşandanan û şerê bi gerîlayên PKK’ê re veşêre û diyar kir ku PDK bi daxwaza Tirkiyê li dijî PKK’ê şer dike.

Welatiyê bi navê Pêşewa Yarweys jî destnîşan kir ku divê gelê Kurd bi yekîtiyê li hemberî planên heyî derkevin.

Her wiha Behadîn Mecîd li ser hewldanên şerxwaz yên PDK’ê got ku divê hemû kes zextek zêde li ser PDK’ê çêke da ji şerê navxweyî vekişe.

Back to top button