Şervanê QSD’ê Çekdar Cûdî li Hesekê hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Çekdar Cûdî li goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê oxir kirin.

Şervanê QSD’ê Mahsûm Hesen (Çekdar Cûdî) dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd merasîmek li goristana Şehîd Dijwa li dar xist.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Leşkerî ya bajarê Hesekê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malabata wî hat kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava sloganan de hat veşartin.

Back to top button