Rojnameger Mavîoglû: Budçeya şerê li dijî Kurdan 5 milyar dolar zêde bû

Rojnameger Ertûgrûl Mavî-oglû anî ziman ku pereyê ji bo şerê li dijî kurdan hatiye veqetandin ji bêrîkên xizanan tê xerckirin û xerca operasyona Tirkiyeyê ya rojekê bi qasî 20 milyon dolar e.

Rojnamager Ertugrul Mavîoglû da xuyakirin ku budçeya ji bo şer li Tirkiyeyê tê veqetandin, budçeya beşa ji sedî 10’ê îfade dike.

Mavîoglû dest nîşan kir ku lêçûneke şer a standard a 20 mîlyar dolarî heye û got:

Dema ku em bi hev re bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk re li her devera ku kurd lê ne difikirin, em dibînin ku budçe bi qasî 5 mîlyar dolarî zêde bûye.

Em bi enflasyoneke zêde re rûbirû ne. Em tenê maliyeta şer diaxivin lê li aliyê din maliyeta derewan heye.

Desthilat ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û şer tu gavan navêje”

Back to top button