“Ji bo Peymana Lozanê Şoreşa 19’ê Tîrmehê bersiv bû”

Partiya Yekîtiya Demokratîk a Şehbayê bi xwepêşandanekê Peymana Lozanê şermezar kir û diyar kir ku ew ê li dijî hêzên ku sînor xistine navbera Kurdan tê bikoşin.

Di sedsaliya vê peymana qirker û înkarker de li kantona Şehbayê ji hêla Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve xwepêşandanek hate lidarxistin.

Xwepêşandan li ber nexweşxaneya Avrîn bi beşdariya bi hezaran xelkê herêmê dest pê kir û li kampa Berxwedan rawestiyan.

Li wir li ser navê PYD’ê şaxê herêma Efrîn û Şehbayê Menan Silêmen axivî û peymana Lozanê şermezar kir û got:

“Na ji Lozanek nû re, na ji komploya navneteweyî re, na ji ji nû ve parçekirina Kurdistanê re.”

Silêman diyar kir ku divê deskeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê jî bên parastin da ku gelê kurd bikare peyama lozanê têk bibe.

Endama Meclisa Malbata Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Ferîde Yeqûb jî axivî û diyar kir ku îro ji bo Kuerdan rojeke reşe û wiha got: “Armanca Lozanê qirkirina me bû, lê bi bin ket.

Lewma, em rojane li pêşiya çavên cîhanê bi komkujiyan re rû bi rû dimînin.”

“Çareserkirina Aloziya Sûriyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê despê dike”

Back to top button