HPG’ê bîlançoya şer a meha Cotmehê eşkere kir

Navenda Ragahandin û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyanî yekê bîlançoya şer a meha Cotmehê eşkere kir.
Di daxuyaniya HPG’ê de hat gotin ku di 278 çalakiyan de 205 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Di şer de 12 gerîla şehîd bûn.

Navenda Ragahandin û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer ya meha cotmehê eşkere kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Polîtîkaya dewleta Tirk a sedsala derbasbûyî ku bi rêya Tirkkirinê xwest Kurdan û hemû gelên li Tirkiyeyê tasfiye bike.

Piştre jî li ser vê mîrateya bi xwîn dewleta neteweya Tirk ava bike, eşkere ye ku bi ser neketiye.

Heta ku dewleta Tirk mafê jiyana azad û hebûnê yê gelê Kurd nas neke û di polîtîkaya qirkirinê de israr bike wê ev têkoşîn jî bênavber dewam bike û teqez bi ser bikeve. ”

“Gerîla bi rihê fedaî yê Zîlan û Erdalan şer dike”

HPG’ê diyar kir ku gerîla bi şerê xwe bersi dide pêngava li dijî tecrîdê û got:

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî bi berxwedana xwe ya destanî ku bi ruhê fedaî yê Apoyî dimeşîne, di vê têkoşînê de hewl dide bi rola xwe rabe.

Milîtanên me yên fedaî hevrêyên me Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn 1’ê Cotmehê li Enqereyê bi çalakiya xwe ya dîrokî têkoşîna meha Cotmehê dan destpêkirin.

Sîstema dewleta Tirk a qirker mêtinger û rejîma faşîst ji bingehê ve hejand.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî ev ruhê bilind, wêrekî, pîvana fedaîtiyê, profesyonelî û pêşengiya demê ji xwe re kirin mînak.”

HPG: Dewleta Tirk PDK’ê weke cerdevanekî xwe bi kar tîne

Navenda Ragahandina HPG’ê wiha dewam kir:

“Dewleta Tirk planên xwe yên dagirkeriyê xist pratîkê û hebûna gerîla ya li qadê timî xist rojevê

Êrîşa dagirkeriyê ya ku 7’ê Cotmehê li herêma Barzanê destpê kir û hîn jî dewam dike, planên qirêj ên mêtingeran raxist pêş çavan.

Artêşa Tirk li kûrahiya herêma Barzanê û herêmên bilind bi cih bû û bi vî rengî armanca xwe ya dagirkirina hemû qadên stratejîk ên Başûrê Kurdistanê bi şênberî nîşan da.

Bûyerên ku di nava meha dawî de qewimîn nîşan dan ku dewleta Tirk PDK ji xwe re kiriye cerdevan.

Dewleta tirk ji bo dagirkirina başûrê kurdistanê Pêşmergê PDK’ê weke leşkerên berdestên xwe bikartîne”

HPG: Di 278 çalakiyên Gerilayan de 205 dagirker hatin kuştin

HPG’ê bîlançoya şer a meha cotmeh eşkere kir û ev agahî da:

Gerîla di vê mehê de li dijî dagirkeran 278 çalakî pêkanî.

Di van çalakiyan de 205 dagirker hate kuştin.

dewleta tirk a ku li dijî gerîla nikare encam bigre çekên qedexekirî bikartîne û di vê mehê de 137 caran çekên qedexekirî bikaranî.

Her wiha HPG’ê ragihand di şerê vê mehê de 12 gerîla jî şehîd ketine.

Back to top button