Hikumeta Şamê: 11 kesên din bi vîrûsê ketine û 2 kes jî baş bûn

Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Şamê ragihand ku 11 kesên din bi vîrusa coronayê ketin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê, bi rewşa pêketinê re, jimara kesên ku heya niha bi vîrûsa coronayê ketine bû 242.

Her wiha, Wezaretê da zanîn ku 2 kesên din ji vîrûsê rehetbûn, bi vê re 98 kes ji vîrûsê baş bûne û 7 kes jî mirine.

Back to top button