Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk vê êvarê gundê Ereb Hesen ê bakurê bajêr topbaran kiriye. Her wiha Dewleta Tirk a dagirker îro di seatên piştî nîvro de depoyeke li ser rêya Hîzamê ya Qamişlo bombebaran kir.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser malpera xwe daxuyaniyek da û tê de got:
“Saet di 16:30`an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregeha xwe ya li nêzî gund Ereb Hesen ê bakurê Minbicê, gund topbaran kiriye.
3 top li malên welatiyan ket ku di encamê de tirs û xof nav li nava xelekê belav bû.
Her wiha di daxuyaniyê de hate bibîrxstin ku ev sûcên li dijî gundên tijî şênî li gel bêdengiya civata navneteweyî didomîne.



