Li Şedadê teqîn 2 sivîl birîndar bûn

Îro di saetên sibehê de li Şedadê teqînek pêk hat,di encamê de 2 sivîl birîndar bûn.

Teqîn vê sibehê di saeta 09:20’an de li kolana giştî li pêş Navenda Polîsên Trafîkê ya navçeya Şedadê
pêk hat.

Nûçegihanê me ragihand ku teqîn bi rêya motorsiklêtekî pêk hat.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Trafîkê jî yeskser berê xwe dan cihê teqînê û derdora wê dorpêç kir û ji bo parastina sivîlan ew ji cihê bûyerê bi dûrxistin.

Heta niha ti aliyan berpirsyartiya teqînê negirtiye ser xwe.

Back to top button