Rûsya, çeteyên Tirkiyê bi binpêkirina agirbestê tawanbar kir

Agirbesta li Idlibê dikeve roja 11an, lê îro wezareta derve ya Rûsyayê çeteyên dewleta Tirk bi binpêkirina vê yekê tawanbar kir.

Wezareta Rûsî ragihand ku komên çete yên li herêma bêçek li Idlibê, agirbesta Rûsya û Tirkiyê binpê kiriye û êrîşên dijber li dijî hêzên rejîma Sûrî pêk tînin.

Wezaretê teqez kir ku çeteyan dîsa xwe biçek kirine.

5ê Adarê, Putin û Erdogan qaşo gihaştibûn lihevkirinekê û agirbest ragihandibûn.

Her wekî, weke encama vê lihevkirinê, duh herdu aliyan dest bi yekem dewriya xwe li ser rêya M4 kir, lê hate ragihandin ev yek neçû serî.

Back to top button