Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê civîna xwe ya 7’an li dar xist û tevlîbûna 15 endamên nû ji saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî erê kir.
Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê civîna xwe ya 7’an a asayî li navçeya Amûdê li dar xist.
Di destpêkê de rapora civîna borî ya 26’ê Adarê bi zimanên kurdî, erebî û suryanî hat xwendin.
Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Cîhan Xelîl axivî û rewşa siyasî, şerê di navbera Rûsya û Ukrayna û bandorên wê li ser cîhanê nirxand.
Piştre tevlîbûna 15 endamên nû ji bo saziyên civaka sivîl û partiyan hat erêkirin.
Meclisê îstîfaya Mihemed Salih Etiye û Mensûr Silêman El-Mihemed erê kir û ji bo xebata wan ew xelat kirin.
Her wiha Ahîn Siwêd weke cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê û Evîn Paşo weke Seroka Desteya Jinê ya herêma Cizîrê hatin erkdarkirin.