Şêniyên bajarê Tebqa cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xalid El-Elî bi merasîmekê li goristana şehîdan spart axê.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê Xalid El-Elî di encama krîza dil de şehîd bû.
Şêniyên Tebqa, endamên Rêveberiya Sivîl, meclisên leşkerî û partiyên siyasî beşdarî merasîma şehîd bûn.
Di merasîmê de yek ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulhekîm El-Hisên axivî û got:
“Ciwanên me ji bo axê canê xwe feda dikin û bi sedan amade ne ku bibin şopdarên rêya şehîdan.”
Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê Riyad El-Walî jî soza şopandina rêya şehîdan da û got:
“Armanca şehîdan ewe ku zarok, nevî û axa wan bi ewlehî, aramî û azadî bijîn.”
Her wiha Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Tebqa Mezlûm Omer jî diyar kir ku dê li ber xwe bidin heta ku terorê têkbibin.
Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Di dawiyê de cenazayê şehîd di nava dirûşme û tilîliyan de hat oxirkirin.