Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber herêmê topbaran dike.
Dewleta Tirk a dagirker gundên navçeya Zirgan û Til Temirê bê serûber topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Til Temirê zêde kirine.
Piştî gundê Xêbiş, gundê Til Kêfcî yê asuriyan topbarankirin.
Di êrişa artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Xêbiş ê navçeya Til Temirê de şervanê Meclisa Parastina Xabûrê Kados Til Temir ê 23 salî birîndar bû.
Şervan ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn.
Ji ber topbarana li ser navçeya Zirganê agir bi mala welatiyekî ket
Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya niha bi çend saetan navenda navçeya Zirganê bi dijîwarî topbaran kirin.
Di enacama topbaranê de agir bi mala welatiyê bi navê Casim Receb ket.