Serokê Giştî yê Tevgera Esayip Ehil El Heq, Qeys El-Xezelî got, ew rê nedin ku Tirkiyê bostek ji xaka Iraqê dagir bike.
Qeys El-Xezelî, di serdana xwe ya ji bo eşîra Şibil a li Necefê de îşaret bi êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê kir û got:
“Ji berê de armancek Tirkiyeyê heye ji bo dagirkirina Herêma Başûrê Kurdistan, Kerkûk û Musil.
Tirkiye van cihan wek wîlayeta Osmaniyan dihesibîne ku sala 2023’an de vê projeyê bi cih bîne.
Ji ber ku 100 saliya peymana Lozanê bi dawî dibe.”
Qeys El-Xezelî da zanîn bi vê armancê dewleta Tirk roj li pey rojê baregehên xwe yê leşkerî zêde dike û got:
“Niha li nav xaka Iraqê de hejmara baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê gihiştiye 66’an” .
Her wiha El-Xezelî diyar kir her çiqas Tirkiye di nava NATO’yê de hêza duwem e, lê wê artêşa Iraq û Heşda Şebî rê nede yek bost xaka Iraqê dagir bike.