Çeteyên Tirkiyê welatiyek revandin û ji bo avakirina mêtingeheke nû 325 darên zeytûnê birîn.
Çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî welatiyê bi navê Mehmûd Hisên Casim ê 18 salî li taxa Eşrefiyê ya Efrîn revandin.
Li gorî Efrîn News 24 Mehmûd Casim wekî ajokarê kamyonê dixebitî û heya niha sedema revandin û aqûbeta wî nayê zanîn.
Ji bo avakirina mêtingeheke nû 325 darên zeytûnê hatin birîn
Li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker li Cindirêsê 325 darên zeytûnan birîn û li şûna wan mêtingehek nû ava dike.
Çavkaniyekî xwecihî da zanîn ku dewleta Tirk bi desteka hin rêxistinên ji Kendavê, ev dar birîne û dê malbatên çeteyan li mêtingehê bi cih bikin.
Hat diyarkirin ku darên hatine birîn jî, yên welatiyê bi navê Nebîh Mûrad ê ji gundê Kefer Sefrê yê Cindirêsê ye.