Navenda Têkiliyên Dîplomatîk a Kongreya Star bi peyamekê bang li endamên Meclisa Ewlehiyê û NY’yê kir ku destwerdan bikin, êrîşên dewleta tirk rawestînin û aloziya Sûriyê çareser bikin.
Navenda Têkiliyên Dîplomatîk a Kongreya Star peyamek ji endamên Meclisa Ewlehiyê û NY’yê re şand.
Naveroka peyamê weha ye:
Îro bê navber û ji her demê zêdetir gelê me êşa sûcên dewleta Tirk û alîgirên wê dikişînin. Dewleta Tirk asta tundî û êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye.
Hê jî sûcên wê ji dema dagirkirina Efrînê, ji koçberkirin, kuştin, girtina bêserûber li dijî jin û zarokan li gel pêdengiyekê, dewam dikin.
Êrişên dewleta Tirk li herêmên ewle, li dijî tevahî qanûnên navneteweyî ne.
Kongreya Star bang li endamên Meclisa Ewlehiyê û NY’yê kir ku bi lez destwerdanê bikin, aloziya Sûriyê çareser bikin û çend daxwazên xwe wiha bi rêz kir:
-Divê zext li aliyên pêwendîdar bên kirin da ku qedexeya hewayî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê pêkanîn.
– Avakirina komîteya lêpirsîna rastiyan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku sûcên dewleta Tirk û alîgirên wê ji komên çekdar lêkolîn bikin, bi tayîbet komkujiya dawî a li gundê Helincê ya Kobanê.
– Misogerkirina vegera ewle ya koçberên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk bê.
– Dadgehkirina dewleta Tirk û alîgirên wê derbarê sûcên ku li herêmê pêk anîn e.