Rêxistinên jinan bernameya çalakiyê 25’ê Mijdarê eşkere kirin

Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bernameya çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê eşkere kir û banga mezinkirina têkoşînê li jinan hate kirin.

25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê nêz dibe.

Rêxistin û saziyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê eşkere kir.

Çalakî di çarçoveya pêngava “Na ji qirkirin û dagirkeriyê re, em bi hev re jin û jiyanê biparêzin” wê pêk bên.

Rêxistinên jinan destnîşan kirin ku li çar aliyên cîhanê li beramberî faşîzm, dîktatorî û hewldanên reşkirina jiyanê, jin li qadan in.

Bernameya çalakiyan jî wiha ye:

Navbera 10’ê Mijdarê û 10’ê Kanûnê, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûrî wê semîner derbarê rengê tundiyê de werin dayîn.

18’ê Mijdarê Meclisa Jin a PYD’e wê panêlekê li ser tundiya li ser jin li dar bixe.

19’ê Mijdarê Meclisa Jinên Sûriyê bi tevlîbûna jin û mêran wê nîqaşan bi rêve bibe.

20’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Zorakan dê li hemû bajaran çalakiyên cihêreng werin lidarxistin.

21’ê Mijdarê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bi rêya Zoom’ê panêlekê li dar bixe.

22’ê Mijdarê Komelê Jinên Ciwan li ser zewaca bi temenê biçûk wê çalakiyekê li dar bixe.

23’yê Mijdarê, wê kordînasyona Jin ya Rêveberiya Xweser, li ser mijara pergala hevserokatî panêlek li dar bixe.

24’ê Mijdarê Kongra Star li ser asta navnetewî, wê panêlekê li dar bixe.

25’ê Mijdarê wê meşeke girseyî were lidarxistin.

27’ê Mijdarê Yekîtiya Jinên Suryan wê civînekê li dar bixe.

TEV-DEM wê li hemû saziyên pîşeyî semîneran bide.

Meşeke mêran li Kobanê wê pêk were.

10’ê Kanûnê jî wê dar werin çandin.

Back to top button