Awisturya: Divê Ewropa xebatên li dijî terorîstan xurtir bike

Derbarê metirsiya terorîstên biyanî, hikûmeta Awisturyayê hişyarî da welatên Yekîtiya Ewropayê.

Serokwerzîrê Awisturyayê Sebastian Kurz derbarê gef û metersiya terorîstên biyanî li Awisturya û giştî Ewropayê fikarên xwe anîn ziman.

Sebastian Kurz destnîşan kir ku divê li Ewropayê xebatên li dijî metirsiyên terorîtsên biyanî xurtir bibin.

Kurz daxwaz kir ku parastina sînorên Ewropayê bibe parçeyeke ji tedbîrên li dijî terorê.

Serokwerzîrê Awisturyayê Sebastian Kurz banga xurtkirina hevkariya istixbaratê li welatên Ewropayê kir.

Hefteya derbasbuyî di êrîşa DAIŞ’iyekî de li bajarê Viyana ya Awisturyayê 5 kes hatibûn kuştin.

Piştî vê êrîşê Awisturyayê biryar da ku mizgeftên li welêt ku ji aliyên tundrewan ve tên birêvebirin werin girtin.

Duh sibehê jî, hêzên ewlehiyê yên Awisturyayê li dijî Tevgera Ixwanî û Tevgera Hemasê pêngavek dabû destpêkirin.

Hêzên ewlehiyê li 4 parêzgehan di ser 60 cihan de girtin û 30 kes ku girêdayî herdu tevgeran bûn, binçav kirin.

 

 

 

Back to top button