Li gundewarê Minbicê nêzî 45 hezar kes di bin topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ne.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundên Minbicê topbaran dikin.
Li van gundan niştecihên resen û koçberên ji Cerablus û Babê yên dagirkirî dijîn.
Li gor amarên herî dawî yên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, 44 hezar û 481 koçber an ku 5 hezar û 670 malbatî li Minbicê dimînin.
Hiqûqnas Îbrahîm El Maşî yê ji Minbicê dibêje :
“Topbarana dewleta Tirk a dagirker sûcê şer e.
Heman demê binpêkirina qanûn û pîvanên navneteweyî ye” .
Di dawiyê de El Maşî wiha got:
“Gel rojane tê koçberkirin, qetilkirin û topbarankirinê.
Em bang li Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî û meclisa ewlehiyê dikin ku xwedî li erka xwe derkevin.
Û gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji topbarana artêşa Tirk a dagirker biparêzin.”