Yekem şehîdê pêkhateyê Ereb Ezîz Ereb li Bakurê Sûriyê hat bîranîn

Li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdê yekem yê Ereb yê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Ezîz Ereb di salvegera şehadeta wî de bi merasîman hat bibîranîn.
Şêniyên Kobanê jî cenazeyê şervanê QSD’ê Îbrahîm Mihemed (Canfeda) li Goristana Şehîd Dicle spartin axê.

Li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya salvegera 36’an a şehadeta Ezîz Ereb yekemîn şehîdê pêkhateya Ereb di nava tevgera rizgariya Kurdistanê de, merasîm hatin lidarxistin.

Ezîz Ereb di 17`ê Nîsana 1986`an de şehîd bû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê şehîd Ezîz Ereb li Goristana Şehîdan a bajar bibîr anî…

Bavê şehîd Ezîz Ereb di merasîmê de axivî û got: “Kurê min ji pîvanên mirovahiyê hez dikir, lewma tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû û min jî ew teşwîqî vê xetê kir..

Ji ber ku tevgereke neteweyî ye û li ser bingeha exlaq, biratiya gelan û rizgarkirina wan ji qeyd û bendên bindestiyê hatiye avakirin.

Divê hemû şervanên tevgerê rêya şehîd Ezîz û hemû lehengên niştimanparêz bişopînin..”

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbic û Gundewarên wê jî merasîma salvegera şehîd Ezîz Ereb û şehîd Rojîn Ereb li dar xist.

Li vir, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mihemed El-Şêx axivî û îşaret bi jiyana her du şehîdan kir û got: “Şehîd Ezîz Ereb û Rojîn Ereb ji bo azadiya gelê bindest têkoşiyan.”

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hecînê jî merasîma bîranîna şehîd Ezîz Ereb li qada Meclisa Leşkerî ya Hecînê li dar xist.

Bi dehan rûspiyên êlan, nûnerên saziyên sivîl, leşkerî û malbatên şehîdan beşdar bûn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê jî şehîd Ezîz Ereb di salvegera 36`a ya şehadeta wî de bi merasîmekê li goristana Şehîdan bi bîr anî.

Di merasîmê de endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Mîdya Mihemed axivî û fedakariyên şehîdan silav kir û got: “Bi saya şehîdên mîna Ezîz Ereb em jiyaneke bi rûmet dijîn.”

Şervanê QSD’ê Îbrahîm Mihemed li obanê hat oxirkirin

Li aliyê din, li Kobanê jî merasîma oxirkirina cenazeyê şervanê QSD’ê Îbrahîm Mihemed li goristana şehîd Dicle hat lidarxistin..

Bi sedan şêniyên herêma Firatê, endamên sazî û rêxistinan beşdarî merasîmê bûn…

Di merasimê de Hevseroka Komîteya Lihevanînê ya herêma Firatê Sultane Hemdî axivî û got: “Şehîd rastiya vî gelî ne. Ji ber di oxira paratina vî gelî û xakê de canê xwe didin.”

Şehîd Îbrahîm Mihemed (Canfeda) di 15’ê Nîsana îsal de dema li ser erka xwe bû li Kobanê şehîd bûbû.

Back to top button