Dilê berazekî li nava bedena mirovekî hat bicihkirin

Li zaninîgeheke Amerîkayê serkeftineke mezin di warê bijîşkî de pêk hat.
Cara pêşî di dîrokê de di bedena mirovekî de dilê berazekî hat çandin.
Neşterkarî “Ameliyat” serkeftî derbas bû û ev yek ji bo bi hezaran nexweşên din bû hêviyeke nû ya jiyanê. 

Veguhestina, gurçik, kezeba reş û dil..

Bûyerên wiha gelek caran di cîhana bijîşkî de hatine bihîstin..

Û êdî wisa lê hatiye ku ev ameliyat bûne tiştên ji rêzê.

Heta Îlona par, hema bêjin tevahiya ameliyatên veguhestinê di navbera mirovan de bû.

Lê ev yek Îlona 2021’ê bi veguhestina gurçika berazekî ji bo mirovan hat guhertin.

Li Amerîkayê Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Marylandê ragihand, ku bijîşkan dilê berazekî ku genetîka wî hate guhertin bi rengekî serketî li bedena mirovekî nexweş bi cih kir.

Ameliyata roja Înê hat kirin, nîşan da ku organa lawirekî yekem car bêyî ku di cih de bê redkirin li hundirê bedena mirovekî dikare lê bide.

Hîn zû ye ku bê gotin, bê emeliyat wê bi kêr bê yan na, lê belê ji bo bikaranîna organên lawiran ji bo mirovan, ku lêgerîna dehê salan e weke gaveke erênî tê nirxandin.

Nexweşê ku dilê berazekî li bedena wî hat bicihkirin David Bennett e.

Bennett zanîbû ku garantî nîne bê veguhestina dilê beraz wê bi kêr were yan na.

Lê ji ber ku ti rêyeke din li pêşiya wî nemabû, qebûl kir.

Li gorî daxuyaniya Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Marylandê,

Bennett rojek beriya emeliyatê got, “An mirin, an jî qebûlkirina veguhastina dilê beraz.

Ez dixwazim bijîm. Ez zanim ku ev yek hewldanek di tarîtiyê de ye, lê belê ev tercîha min a dawî ye.”

Bijîşk dibêjin çend hefteyên pêş ji bo Bennette wê krîtîk be.

Li ser mijarê Dîrektorê zanistî yê bernameya veguhastina organên lawiran ji bo mirovan Dr. Mûhammad Muhyeddîn wiha got:

Eger ev bi kêr bê, ji bo nexweşên ku êşê dikişînin wê bibe çareserî.

Berpirsê bernameya veguhestina dil Dr. Bartley Griffith (Barlî Grîfîs) jî anî ziman ku ew cara pêşî bi karekî wiha radibin û got:

Em bawer in ku me rêya herî rast ji bo nexweş hilbijart.

A girîng ew e ku dermankirina wî dewam bike.

Back to top button