Bernameya Zad a cîhanê (WFP): 2021 wê ji sala 2020’an zehmetir derbas bibe

Bernameya Zad a Cîhanê (WFP) ya NY ragihand ku wê hişyariya wê yekê da ku wê sala 2021 ji 2020’an zehmetir derbas bibe.

Rêveberê Bernameya Zad a Cîhanê (WFP) David Beasley diyar kir ku sala 2021’an di rewşeke metirsîdar de xela hebe.

David Beasley anî ziman ku her çiqas sala 2020’an li gorî her kesê nebaş derbas bû jî lê 2021’an wê zehmetir be.

Beasley cihê ku herî zêde ji rewşa heyî bandor bibe jî wê Afrîka û Başûrê Amerîka be.

Di cotmeha derbasbûyî de, xelata Aştiyê ya Nobel a 2020’an ji bo Bernameya Zad a Cîhanê hatibû dayîn.

Komîteya Noelê ji ber xebata wan ya li herêmên şer û gihandina alîkariyê ji bo kesên pêwist Bernameya Zad a Cîhanê hêjayî xelatê dîtibû.

Back to top button