Dewleta Tirk a dagirker ji 27 Gulanê ve dagirkerî û êrîşên xwe li başûrê Kurdistanê zêde kiriye. Di êrîşan de gelê herêmê dibe hedef û herêm bi dare zorê tê valakirin. Ne tenê ev dagirkeriya Tirkiyê di nav bajaran de sîxuriyê jî belav dike. Endamê rêveber ê Partiya Kedkarên Kurdistanî Hêwa Selîm ev yek bi siyasetek qirêj bi nav kir û diyar kir ku armanca van êrîşan derxistina şerekî navxweyî di nava hêzên Kurdî de ye
Endamê rêveber ê Partiya Kedkarên Kurdistanî Hêwa Selîm armanca êrîş û dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka başûrê Kurdistanê nirxand.
Hêwa Selîm hedefgirtina sivîlan ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve weke siyaseteke qirêj bi nav kir û diyar kir ku,
” Armanc ew e ku şerekî navxweyî di parçeyên Kurdistanê de çêke. ”
HÊWA SELÎM: BÊDENGIYA HIKUMETA IRAQ Û YA HERÊMÊ TÊ WATEYA RAZÎBÛNA JI ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ
Selîm bi bîr xist ku başûrê Kurdistanê di aliyê qanûnî de beşek ji axa Iraqê ye û got:
” Êrîşên ku çêdibin, yekem binpêkirina mafên hiqûqî û zagonî yên dewleta Iraqê ye. Lê mixabin heta niha dewleta Iraqê siyasetek ku parastina ax û gelê xwe bike, nemeşandiye.
” Heger rasterast hevkariyek di navbera dewleta Iraqê û Tirkiyê de tune be jî, ev bê helwestî, ji dagikeriya dewleta Tirk re dibe alîkar. ”
Selîm îşaret bi bê helwestiya berpirsên herêma Başûrê Kurdistanê jî kir û ev tişt anî ziman:
” Bêdengî û hevkariya PDK’ê encama razîbûna dagirkeriyê ye.
Dagirkeriya dewleta Tirk metirsiyeke mezin e. PDK hê nizane ku dewleta Tirk bikeve cihekî zû bi zû jê dernakeve.
” Ji bo pêşeroja Başûrê Kurdistanê dagirkeriya dewleta Tirk metirsiyeke mezin e.”
HÊWA SELÎM: BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÛYE WARGEHA ISTIXBARATA DAGIRKERIYA TIRKIYÊ
Hêwa Selîm têkildarî îstixbarata dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê ev nirxandin kir:
“Başûrê Kurdistanê bûye wargeha istixbarata dewleta Tirk a dagirker.
Ji bo pêkanîna berjewendiya dewleta Tirk, Başûrê Kurdistanê tê valakirin.
Ev dagirkerî armanca xwe ew e ku tovê şerê navxweyî di navbera hêzên Kurd de biçîne. ”
Endamê rêveber ê Partiya Kedkarên Kurdistanî Hêwa Selîm dawiyê bi bîr xist ku hikumeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi vê bê helwestiya xwe nabin bersiva daxwaza gelê herêmê.