Bi hezaran leşkerên Amerîkî li dijî Îranê gihîştin Derya Sor

Hêzên Deryayî yê Amerîkayê ragihand ku ji bo Îran dest daneyne ser keştiyên petrolê, zêdeyê 3 hezaran leşkerên Amerîkayî bi du keştiyên şer gihîştine Derya Sor.

DYA’yê, bi du keştiyên şer zêdeyî sê hezaran leşker şandin Kendavê ku ji bo bazirganiya petrolê ya cîhanê gelek giring e.

Berdevkê Fîloya Pêncemîn Fermandar Tîm Hawkîns, diyar kir ku Wezareta Parastinê ya DYA’yê bi armanca girtina rê li ber destdirêjî û destdanîna ser keştiyên bazirganiyê ya Îranê, hêzên xwe şandine Kendavê.

Berdevkê Karên Derve yê Îranê Nasir Kenanî, anî ziman ku cihbicihkirina leşkerên Amerîkî li Kendavê xizmeta ji bo berjewendiya Washingtonê ye.

Kenanî ku daxuyanî da rojnamevanan, got:

”Bi hebûna leşkerî ya hikûmeta DYE’yê li herêmê, tu car ewlehî çê nebûye û armanca bicihbicihkirinê zêdekirina nearamiyê ye.”

Back to top button