Artêşa dagirker gundên Şehbayê topbaran kir

Dewleta Tirk bê navber êrişî herêmê dike. Vê carê gundên Şehbayê topbaran kir.

Artêşa dagirker doh derengiya şevê gûndên Til Enab û Şeala yên kantona Şehbayê dan ber topan.

Topbaran heta derengiya şevê berdewam kir.

Hate ragihandin ku ji ber topan ziyanên maddî gigîştiye erd û zeviyên gundiyan.

Ev êriş rojane pêktên, lê cîhan li hember van êrişan bêdeng e.

Back to top button