Zekî Çelebî di 40 rojiya şehîdxistina xwe de hate bibîranîn

Mehmed Zekî Çelebî bi merasîmek hat bîranîn

Welatparêzê Kurd Zekî Çelebî ku li Silêmaniyê hate şehîdxistin, di 40 rojiya xwe de hate bibîranîn.

Merasîma Bîranînê doh êvarê li Silêmaniyê cihê ku welatparêzê Kurd lê hatî şehîdxistin pêkhat.

Di merasîmê de malbata Zekî Çelebî, kesayetên siyasî, oldar, rojnamevan û malbatên şehîdan amadebûn.

Piştre hevalê Çelebî Îsnan Stêrk di merasîmê de axaftinek kir û got,

Di merasîmê de hevalê Çelebî Îsnan Stêrk axivî û got:

Em mafên xwe dixwazin. Em zilmê li kesê nakin û zilma kesê jî qebûl nakin. Tola piraniya şehîdên me hatiye hildan, wê tola Şehîd Zekî Çelebî jî were hildan

Hevalê Çelebî daxwaz ji rêveberiya Silêmaniyê kir ku kujerên Çelebî eşkere bike û ceza bike.

Piştre Mela Nadir jî di merasîmê de axivî û got, “Şehîd Zekî Çelebî kesek zîrek û jêhatî bû. Serê xwe li beramberî dijmin û hevkarê wê nimiz nekir û nokertiyê qebûl nekir.

Merasîm bi pêşandana sînevîzyona li ser jiyana çelebî bidawî bû.

Back to top button