Hevdîtinên şandeya KNK’ê li gel çalakvan û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê dewam in

Şandeya KNK’ê ku li dijî hewldanên PDK’ê yên derxistina şerê navxweyî li başûrê Kurdistanê serdanên xwe didomîne, bi çalakvan û rewşenbîran re civiya.

Şandeya KNK’ê ya ji Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs, endamê Kongreyê Asya Abdullah Endamê Rêveberiya Ofîsa Rûwange ya Kurdistan Merwan Mihemed li başûrê Kurdistanê hevdîtinên xwe dewam dike.

Îro piştî nîvro li navenda Xezel Nûs a Silêmanî bi rewşenbîr û çalakvanên sivîl re ku di bin sêwana Sekoy Niştimanî de kom bûne, civiya.

Hevserokê KNK’ê Qeremûs li vê derê axivî û bal kişand ser rol û erka Sekoya Nîştîmanî ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk.

Qeremûs diyar kir ku divê hewldanên rewşenbîr û çalakvanên sivîl ên wiha li dijî dagirkeriyê li çar parçeyên Kurdistanê jî pêş bikeve.

Back to top button