Dagirkeran bi dronekê maleke li Til Rifetê bombebaran kir

Êrişên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilastê Sûriyê didomin. Dagirkera careke din bi çekên giran êrişî gundên Şehba, Minbic û Eyn Îsayê kirin. Dewleta Tirk bi deronekê êrişî maleke li navçeya Til-Rifetê ya Şehbayê kir.

Roj tune ku dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên xwe li herêmê êrişan pêk nayne.

Dewleta Tirk îro jî bi deronekê êrişî maleke li Til Rifetê ya li herêma Şehbayê kir.

Di encama vê êrişê de ziyanên madî çêbûn.

Hat ragihandin ku mala hatiye hedefgirtin, li kêleka listikgeha zarokan a li navçeyê ye.

Doh jî artêşa Tirk a qirker 11 gundên Şehbayê bi dijwarî topbaran kir, li vir jî 2 leşkerên Hikumeta Şamê birîndar bûn.

Dewleta Tirk riya M4 û gundên Eyn Îsa topbaran kir

Li aliyê din, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro careke din gundê Mielek, rêya M4 û Kampa Eyn Îsayê yên Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kir.

Meclisa leşkerî ya Minbic: Gundê El-Mihsinlî hat topbarankirin

Her wiha Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî li ser malpera xwe ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê El-Mihsinlî yê bakurê bajarê Minbicê bi hawanan topbaran kir..

Artêşa Tirk a dagirker duh jî gundê El-Mihsinlî topbaran kiribû.

Back to top button