Rêveberiya Xweser cenazeyên 5 qurbaniyên din ên di erdheja li Bakur û Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dane de ji deriyê Ewn Dadat wergirtin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ciwan Mistefa ji malpera fermî ya Rêveberiya Xweser axivî.
Dr. Ciwan ragihand ku wan cenazeyên 5 qurbaniyên erdhejê yên li Bakur û Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane, ji deriyê Ewn Dadat wergirtine.
Her wiha li gorî Rêveberiya Xweser navên qurbaniyan wiha ne:
Ferîde Orfelî a 27 salî, Evîn Şêxo ya 32 salî û Mistefa Hemê yê 4 salî ku ji Kobanê ne.
Nedîm Yûsif yê 42 salî ji Reqayê û Rîm El Hac yê 45 jî ji Hemayê ye.
Rêveberiya Xweser heta niha cenazeyên 73 qurbaniyên erdhejê ji deriyên sînorî wergirtine.