Koalîsyona Navnetewî: Li Iraqê di 10 rojan de 85 noqteyên DAIŞ’ê hatin tinekirin

Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku li herêma çiyayî ya bakurê welat di encama 133 êrîşên hewayî yên Koalîsyona Navnetewî de, 85 noqteyên DAIŞ’ê hatin tinekirin.

Şaneya Çapemenya Ewlekariyê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Iraqê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Şaneyê diyar kir ku oparasyona 10 rojan dewam kirî, ji aliyê fermandariya Oparasyonê ya Nînowa ya li herêma çiyayî ya Qeredaxê pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniyê,

61 sitargeh û 24 şikeftên ku çeteyên DAIŞ’ê bikar di anî hatin hilweşandin.

Her wiha gelek çete jî hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê Hezîrana 2014’an Musil, Selahedîn û Enbar yên Iraqî bi giştî xist bin kontrola xwe.

Beşek ji bajarê Diyala û Kerkukê jî ketibûn destê DAIŞ’ê.

Piştî salan serokwezîrê Iraqê yê berê Heyder El Ebadî di 9’ê Kanûna 2017’an de serkeftina li dijî DAIŞ’ê ragihandibû.

Tevî 3 sal li ser vê daxuyaniya serkeftinê re derbas bûye jî lê heta niha çeteyên DAIŞ’ê li herêmên qala wê hatî kirin, hebûna xwe diparêze û êrîşên xwe didomîne.

Back to top button