Mazlûm Ebdî: Dijminahiya dewleta Tirk li dijî tevahiya gelê Kurd e

Fermendarê giştê yê Hêzên Sûriye Demokratîk Mezlûm Ebdî îşaret bi dijminahiya dewleta tirk a li dijî peyama koalîsyona li dijî DAIŞ’ê ya bi kurdî kir û got,

Dijminahiya Tirkiyê ne tenê li dijî YPG`ê ye, li dijî hebûna gelê Kurd li Sûriyê ye.
Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyên şervanên YPJ`ê û nivîsek bi zimanê Kurdî ku behsa cesareta şervanên jin ên Kurd û wekheviya di navbera jin û mêr de dike, belav kiribû.

Koalîsyon bi vê tiwîtta xwe bû hedefa dewleta tirk.

Fermandar Mazlûm Ebdî bi tiwîtteke li ser hesabê xwe diyar kir ku dewleta tirk heta peyama koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê ya bi kurdî jî tehemûl nekir.

Ebdî got;

“Ev dijminahiya Tirkiyê ne tenê li dijî YPG`ê ye, lê belê li hember hebûna gelê Kurd li Sûriyê ye.”

Leave a Reply

Back to top button