Salvegera 7. a serkeftina berxwedana Kobanê

Berî 7 salan, weke vê rojê bû, çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê bi bin ketin.
Ev biketina wan jî encama berxwedana şervanan a 134 rojan bûn.
Hingî û ji ber vê berxwedanê Kobanê li cîhanê tevî deng veda.
Wê demê li Kobanê û niha jî şaneyên wê li Hesekê, serî ditewînin, xwe radest dikin û bi bin dikevin.
Li pey hev ji hingî û heta niha destanên lehingiyê zêde dibin û tên rêzkirin.

Kobanê..

Bajarê Rojavayê Kurdistanê yê bi erdîngariya xwe biçûke….

Şoreşa 19’ê Tîrmehê a Azadiyê li vî bajarî dest pê kir.

Çeteyên DAIŞ’ê piştî ku Musil û Reqa dagirkirin, 15’ê Îlona 2014’an ji sê aliyan ve êrişî Kobanê kirIn û ji aliyê sînor ve jî destek ji dewleta Tirk girtin…

364 gundên Kobanê û beşek mezin ji bajar ket bin destê çeteyên DAIŞ’ê..

Lê berxwedana şervanên YPG-YPJ’ê û ya xelkê Kobanê li gel desteka Kurdistaniyên parçeyên din û derveyî welat a li dijî êrişên çeteyan her ku çû mezin bû..

Navê Berxwedana Sedsalê li vî şerî hat kirin…..

Şervanan kolan bi kolan şer kirin û li ber xwe dan..

Rêber Ocalan banga serferberiyê kir û bi sedan ciwanên kurd herikîn Kobanê…

Li ser sînor Kurdistaniyan xelekên nobetê girtin û rê li destwerdana dewleta Tirk girtin…

Di 6, 7 û 8’ê Cotmehê de li bakurê Kurdistanê gel dest bi serhildanê kir..

Heta vê demê jî Koalîsyona ku ji zêdetirî 40 welatan li dijî DAIŞ’ê hatibû avakirin bêdeng bû.

Lê xelk li gelek welatan daketin qadan û piştgirî dan berxwedana Kobanê.

1’ê Mijdarê wekî Roja Cihanî ya Kobanê hat diyarkirin û vê rojê bi sed hezaran kes ji bo Kobanê meşiyan..

Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê piştî helwesta civakan li van welatan, banga destwerdanê kirin…

Şeva 31’ê Cotmehê pêşmerge tevî çekên xwe derbasî Kobanê bûn.

134 rojan, berxwedana Sedsalê dewam kir…

Bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin..

Di vê berxwedanê de zêdetîrî hezar şervanên YPG’ê û YPJ’ê şehîd bûn..

26’ê Çileya 2015’an bajar bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin..

Kobanê bû destpêka dawîkirina DAIŞ’ê.

Piştî Kobanê operasyonên li dijî DAIŞ’ê li Girê Sipî, Minbic, qaşo paytexta xîlafetê Reqqa û heta Baxoza Dêra Zorê di 21’ê Adara 2019’an de hebûna DAIŞ a leşkerî li ser erdê bi dawî bû..

Piştî ku DAIŞ hat têkbirin, vê carê dewleta Tirk ket tevgerê û xwest pilanên DAIŞ’ê temam bike.

2019’an dest bi êrişa dagirkirina Serêkaniyê û Girê Pipî kir û heta niha bi rengên cûda êrişên xwe dewam dike..

Bi van êrişên dewleta Tirk re tevgera şaneyên DAIŞ’ê jî zêde bû û gelek şaneyên DAIŞ’ê yên ku tên girtin, li xwe mukir tên ku wan pere û çek û cebilxane ji aliyê dewlet Tirk bi dest xistine..

Her dawî çeteyên DAIŞ’ê di 20 Çileya 2022’an de êrişî girtîgeha Xiwêran a Hesekê kirin ku bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê lê girtî bûn û hewldan wan birevînin.

DAIŞ bi piştgiriya dewleta Tirk careke din ketiye nava tevgerê û ev yek jî li ser tevahiya herêmê û cîhanê xeteriyeke mezin e.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên xwe yên leşkerî û siyasî li dijî vê hewldanê têkoşînê didin û li ber xwe bidin, lê cîhan li hemberî vê yekê erk û berpirsyariya xwe bi cih nayne.

Back to top button