Şaredara Parîsê serdana navenda Çanda Ahmet Kaya kir

Şaredara Parîsê Anne Hîdalgo serdana Navenda Çanda Ahmet Kaya kir û got:
“Em dixwazin keda Kurdên ku ji bo me şer kirine, bê naskirin.”

Şaredara Parîsê Anne Hîdalgo, û şandeyek a ji endamên meclîsa van şaredariyan pêk tê, serdana Navendê kirin.

Anne Hîdalgo li wir axivî û sersaxî xwest û ev peyam da:

“Êşa we êşa me ye.

Em bi we re ne, ji we hez dikin û xwedî li we derdikevin.

Ez weke Şaredara Parîsê dizanim ku cesareta Kurdan û berxwedana wan, ji bo me gelek girîng e.

Jin û mêrên Kurd li dijî DAÎŞ’ê şer kirin.

Em dizanin ku DAÎŞ’ê li Parîsê gef li me xwar.

Kurd aştî, yekîtî û azadiyê diparêzin.

Nirxên ku ew diparêzin, nirxên ku em diparêzin e.

Di vê wateyê de komkujiya ku qewimî ye, nayê qebûlkirin.

Em dixwazin keda Kurdên ku ji bo meş şer kirine û mîna me difikirin, bê naskirin.”

Back to top button