Êrişên dewleta Tirk li ber belavkirina mazotê dibin asteng

Cotkaran li navçeya Eyn Îsayê bang kirin ku lez bidin xebatên belavkirina mazotê.
Hevserokê Gerînendetiya Çandiniyê Ehmed El Omer jî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker kar û xebatên wê asteng dikin û got: “Armancgirtina saziyên stratejîk ji aliyê dewleta Tirk ve, bandor li belavkirina mazotê kiriye.”

Cotkarên di mewsima zivistanê de berhem çandine, hazirtiya reşandina dermanan û avdanê dikin.

Gerînendetiya Çandiniyê jî bi rêya navendên xwe piştgirî dide cotkaran.

Lê di mewsima îsal de, gerînendetiyê tenê mazota pêwîst ji avdanê re da cotkaran ku rêjeya wê ji sedî 60 derbas nake.

Cotkarên navçeya Eyn Îsayê derbarê mijarê de axivîn.

“Em neçar in mazotê ji sûka reş bikirin ev jî barê me giran dike”

Cotkar Ehmed Îsmaîl diyar kir ku piraniya cotkaran zeviyên xwe ji çeman an jî ji bîran bi rêya jeneratoran av didin û got:

“Mekanîzmeya piştgiriyê hêdî ye.

Heta niha me beşa yekemîn a piştgiriyê wernegirtiye û neçar in mazotê ji sûka reş bikirin.

Ev jî barê me giran dike û lêçûna avdanê zêde dike.

Em semad û derman jî dikirin.

Bazirgan jî keysbaziyê dikin.”

“Em bang dikin ku lez bidin xebatên belavkirina mazotê”

Ebdulezîz El Hisên jî ji ber mekanîzmaya dayîna ruxsetan rexne kir û got:

“Li gorî rûberên ji aliyê Gerînendetiya Çandiniyê ya Girê Spî ve hatine ruxsetkirin, diviyabû di beşa yekemîn de 3 milyon û 354 hezar û 618 lître mazot bihata belavkirin.

Lê heta niha tenê ji sedî 25’ê wê miqdarê hate dayîn.

Em bang dikin ku lez bidin xebatên belavkirina mazotê.”

Gerînendetiya Çandiniyê: Êrîşên Tirkiyê bandor li karê me kiriye

Hevserokê Gerînendetiya Çandiniyê Ehmed El Omer jî anî ziman ku ew hewl didin piştgiriyê ji cotkaran re pêşkêş bikin ruxmî ku mazota ji vê saktorê re kêm tê û got:

“Êrişên dewleta Tirk a dagirker kar û xebatên wê asteng dikin.

Armancgiritina saziyên stratejîk ji aliyê dewleta Tirk ve, bandor li belavkirina mazotê kiriye.”

Back to top button