Ermenistan: Tirkiyê destwerdanê li alozîyê dike û ewlehiya herêmê dixe xeteriyê

Hikûmeta Ermenistanê, Tirkiye bi destwerdana alozîya di navbera wan û Azerbeycanê tawanbar kir û diyar kir ev yek jî ewlehiya herêmê dixe xeteriyê.

 

Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê, Zohrab Mnatsakanyan, diyar kir ku Tirkiye bi destwerdana xwe dixwaze siyaset û serweriya xwe ser herêmê feriz bike û nexşeya jeopolîtîk a herêmê biguherîne.

Mnatsakanyan destnîşan kir ku tişta Tirkiye dike xizmeta çareseriya aloziyê nake.

Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê, Zohrab Mnatsakanyan anî ziman ku siyaseta Tirkiyê li ser herêmê xeter e û ewlehî û aştiya heyî dixe metirsiyê.

 

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoygu jî, diyar kir ku ji ber şerê navbera Ermenistan û Azerbaycanê, hêzên Rûsayê ketine nava serferberiyê.

Ji yekşema çûyî ve 11 leşker û sivîlek ji Azerbaycanê û 4 leşkerên Erministanê hatine kuştin.

 

Back to top button