Putin: Me komên terorîst ku li dijî Rûsya gef bûn, li Sûriyê têk birin

Serokê Rûsyayê Viladîmir Putin diyar kir ku Rûsya li Sûriyê gelek komên terorîst têk birin û metirsiya li ser Rûsyayê ji holê rakir.

Vladimir Putîn di axaftineke li gel ajansa Sputnikê ya Rûsî de got:

Hêzên Rûsyayê li Sûriyê li dijî terorê şerekî giran pêk anîn û gelek komên terorîst ku li dijî Rûsyayê gef bûn, têk birin.

Putin idîa kir ku hebûna hêzên Rûsî li Sûriyê destekek da ewlekariya Sûriyê û serwerî û aramiya Sûriyê parast.

Tê zanîn ku Rûsya 30 meha Eylûna 2015’an bi awayekî leşkerî derbasî Sûriyê bûbû.

Ev yek jî hişt ku Şerê li Sûriyê bi alî berjewendiyên rejîma Sûrî ve here.

Back to top button