Navenda Sûrî ya Lêkolîn û diyalogan bi dirûşmeya ”Rewşa Siyasî di rewşa Heyî de” li bajarê Kobanê Panelek li dar xist.
Di panelê de gelek kesayetên siyasî û rewşenbîr û endamên saziyên civaka sivîl amade bûn.
Di panelê de endamê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Hesen Mihmed Elî axivî û diyar kir ku di encamê têbirina DAIŞ’ê de, MSD’ê dikarî gelek têkilyan li ser asta navdewletî ava bike.
HESEN MIHEMED ELÎ:RÛSYA Û DYA SOZ DANE KU LI DIJÎ KOBANÊ TI ÊRÎŞ PÊK NAYÊN
Hesen Mihemed Elî destnîşan kir ku DYA û Rûsyayê soz dane ku li dijî Kobanê wê ti êrîş pêk neyên û got:
Rûsya û DYA misogerî dane me ku ti êrîş li dijî Kobanê pêk neyên, lê ev yek nayê wateya ku dewleta Tirk wê hewl nede ku derbasî gerêmê bibe û dagirerkiya xwe berfireh bike.
Hesen Mihemed bal kişande ser xebatên yekrêziya Kurdî jî û diyar kir ku divê her kes bi hestiyarî nêzî mijarê bibe û li ser yek maseyê divê helwesta Kurdî bibe yek.