Asayîşê li Dêra Zorê 4 kesên ku madeyên Narkotîkê difrotin girtin

Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê ragihand ku li gundewarê Dêrezorê 4 kesên ku madeyên narkotîkê difirotin û belav dikirin girtin..

Asayîşê têkildarî têkoşîna xwe ya li dijî narkotîkê û operasyona dawî ev agahî da:

“Hêzên me kesekî ku madeyên Narkotîk di nav seyareya wî de hebû dema ku di yek ji nuqteyên ewlehiyê yên girêdayî hêzên me re derbas dibû girtin.

Di lêpirsîna ku bi girtî re hat kirin de li xwe mikur hat ku di firotin û bikaranîna madeyên Narkotîk de 3 hevkarên wî hebûn.

Hêzên me yekser liv û tevgera wan şopandin û ew girtin û ev tişt jî binwan re hatin dîtin:

21 Hebên Kaptagon û mîzanek pîvanê û 420 gram madeyên Kirîstal, 8 hebên sîdefîd hate desteserkirin.

Her wiha hejmareke çek û cebilxane jî hate girtin.”

Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûrî herî dawî bang li welatiyên herêmê kir ku dema kesên ku madeyên narkotîkê difroşin dîtin yekser yeksel hêzên wan ê eleqedar agahdar bikin.

Asayîşê 22 bazirganên Narkotîkê girtin

Back to top button