Îstixbareta Alman: Gotinên wekîlê AKP’yî metirsîdarin

Rejîma faşîst ya AKP’ê bi gef û oparasyonên qirkirina siyasî hewil dide dengê azadî yê gelê Kurd û mixalîfan li nava welat bitepisîne.
Ewqas xwe bi mijarê de berdane ku li derveyî welat jî heman polîtîkayan dide meşandin.
Lê ev gotinên faşîstane li welatekî demokratîk sûce.
Rêveberiya Berlînê jî ev yek bi bîra Enqerê xist.
Li hember gotinên wekîlê AKP’yî Mustefa Açikgoz ya ku wê kurdan û mixalîfê qir bikin, Ofîsa Alman ji bo Parastina Destûra Bingehîn hişyarî da û got:
Ev gotin ‘fikaran çêdike’.

Li dijî gef û gotinên nefretê yê Parlamenterê AKP’ê yê Nevşehîrê Mustafa Açikgoz ku derbarê Kurd û mixalifê de liAlmanya kirî bertek dewam dikin.

Li Almanyayê, Yekîneya Eyaleta Nordrhein-Westfalen a Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a ji îstîxbarata navxweyî berpirsyar e, axaftina Açikgoz a li mizgefteke li Neussê kirî, weke “xemgînî” nirxand.

Parlamenterê AKP’ê Açikgoz gotibû,

Em ê wan ji cihê wan derxînin û tine bikin.

Ji ber van gotinên nefretê Wezareta Karê Derve ya Almanya bang li Balyozê Tirk Ahmet Başar Şen yê li Berlînê kiribû.

Serdozgeriya Dusseldorfê li ser mijarê lêpirsîn daye despêkirin.

Di daxuyaniya Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Nordrhein-Westfalen de hat gotin, hikûmeta Tirkiyê beriya hilbijartinên ku li Tirkiyê bên kirin li derve hewl dide dengan kom bike.

Rêxistinê diyar kir ku beriya propagandaya hilbijartinê divê siyasetmedarên biyanî 10 roj berê serlêdanê bikin.

Ger hikumet vê serlêdanê erê neke nabe ku propaganda were kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku axaftina ku li ser medyaya civakî jî hat parvekirin li mizgefta girêdayê ocaxa nîjadperestan a li Neussê hat kirin.

Li Almanyayê Tevgera Neteweperest di çarçoveya pêkhateyên rastgir ên tund de ji aliyê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ve tê darizandin.

Berdevkê Rêxistinê diyar kir ku dozgeriya Dusseldorfê niha derbarê gotinên parlamenterê AKP’ê çiqasî sûcin de lêkolînê dike.

Rayedarên polîsên bajarê Neussê diyar kirin ku heta niha 4 serlêdanên sûc derbarê siyasetmedarê AKP’ê de hatine kirin.

Almanya, AKP hişyar kir: Li vir cih ji kînê re nîn e

Back to top button