Gelê Amûdê li dijî dagirkerî û xiyanetê meşek lidarxist

Çalakî û berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê dewam dikin. Îro jî xelqê Amûdê li dijî êrişan û dagirkeriyê daket qadan.

Bi sedan kes û endamên saziyan beşdarî meşê bûn.

Piştî ku meş li Qada Şehîd Cîhad veguherî mitîngê, endama Kongra Star a Amûdê Minewer Xalid axivî.

Minewer Xalid da zanîn ku ji ber ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên bi hevkariya PDK’ê li çiyayê Kurdistanê ti encam bidestnexist êrişî herêmên me dike.

Di dawiyê de Minewer Xalid got, gelê herêmê wê li dijî êriş û xiyanetê berxwedan û tekoşînê mezintir bikin.

Back to top button