Pûtîn vexwendina Biden ya ji bo civîna avhewa qebûl kir

Waşîngton zexta li ser Moskova zêde kir, Serokdewletê Rûsya neçarman ku vexwendina Serokê DYA Joe Biden ya ji bo Civîna Avhewa qebûl bike.

Têkildarî mijarê Koşka Kremlînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku Pûtîn wê 22’ê Nîsanê bi rêya vîdeo konferans beşdar bibe.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov di axaftina xwe ya li gel ajansa welat Ria de wiha got:

Di çarçoveya civînê de, Pûtîn wê li gel Biden û lîderê welatên din civînên dualî jî pêk bîne.

23’ê Adarê Serokê DYA Biden tevî Serokomarê Tirkiyê Erdogan, serokdewletê Çîn, Fransa, Almanya û Rûsya vexwendiname ji liderê 40 welatan re şandibû.

Biden daxwaza beşdariya ji bo civîna 22-23 Nîsan ya ji bo avhewa kiribû.

Back to top button