Li Silêmanî û Iraqê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Li başûrê kurdistan û Iraqê têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ’ê didome.
Dijî Terora Iraqê ragihand, 2 çeteyên DAIŞ’ê li parêzgehên Diyala û Bexda hatine girtin û bi hemahengiya Dijî Terora Silêmaniyê çeteyekê din li parêzgeha Silêmaniyê girtin.

Dezgeha Dijî Terora Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, tîmên wan di encama çend operasyonên li deverên cuda yên Iraqê de sê çeteyên DAIŞ’ê girtine.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, tîmên Dijî Terora Iraqê çeteyekê DAIŞ’ê li parêzgeha Diyala girtine ku xwedî erk û berpirsyartiyên zêde li nav rêxistina terorîst DAIŞ’ê hebû.

Herwiha Dijî Terora Iraqê ragihand ku bi hemahengiya li gel Dijî Terora Silêmaniyê çeteyêk din yê DAIŞ’ê li parêzgeha Silêmaniyê hate girtin.

Di dewamê de diyar kir ku hêzên wan çeteyê sêyemîn jî li parêzgeha Bexda girtine.

Back to top button