
Îro li bajarê Qamişlo di bin hawaya baranê de Maratonek biskilêtan ji Keçan re hat lidarxistin. 40 Keç beşdarî Maratonê bûn.
2 Tîmên ku hejmara wan ji 20 kesan pêk dihat beşdarî maratonê bûn.
Meraton bi pêşbirka koma yekem û paşê koma duyemîn dest pê kir ji çerxerêya Osman Sebrî heta çerxerêya Şehîd Robar dewam kir.
Piştre ji aliyê rahênerên projeyê û rêxistina “Dar El-Selam û El-Izdîhar” ve kesên yekemîn ên ji her du Tîman hatin xelatkirin.