KONGRA GEL: Faşîzm ji bo berxwedanê bişkîne êrişî girtiyan dike

Hevserokatiya KONGRA GEL diyar kir her ku hilweşîna desthilatdariya AKP-MHP’ê nêzîk dibe, mîna li her derê li zindanan jî hovîtî tê zêdekirin. KONGRA GEL ji bo girtiyên di zindanan de banga ‘seferberiyê’ kir

Hevserokatiya KONGRA GEL derbarê rewşa li zîndanên dewleta Tirk û kuştina girtiyan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KONGRA GEL da zanîn hilweşîna desthilatdariya AKP-MHP’ê nêzîk dibe, mîna li her derê li zindanan jî hovîtî tê zêdekirin û wiha got,

“Li zindanan, bidawîbûna cezayê hikumxwaran tê betalkirin û nayên berdan. Girtiyên nexweş nayên dermankirin, bi zanebûn di nava lepê mirinê de têne hiştin, ji girtîgehan cenaze tên derxistin.

Di nava meha dawî de 7 cenaze ji zindanan derket.”

KONGRA GEL bal kişande li ser kuştinên vê dawiyê yên li zîndanan û eşkere kir ku Garîbe Gezer û Vedat Çem Erkmen li zindanê ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin.

KONGRA GEL diyar kir ev rewş rûyê rastî yê desthilatdariya faşîsta AKP-MHP’ê bi rengekî vekirî nîşan dide û got,

“Di salên 1990’î de dewletê bi rengekî kiryar nediyar mirov dikuşt, niha jî kuştina li zindanan ketiye şûna vê yekê. Ev asta ku faşîzm hatiye, mezinahiya xeteriya li Îmraliyê û hemû girtîgehan radixe pêş çavan.

Di serî de Îmrali, zindan hemû li ber xwe didin. Faşîzm ji bo vê berxwedanê bişikîne êrişî girtiyan dike. Lê belê nikare encamê bi dest bixe. Berxwedana leheng a Garîbe Gezer mînaka herî dawî ya vê yekê ye.”

KONGRA GEL: divê herkes ji bo girtîyên li zîndanan seferber bibin

KONGRA GEL diyar kir ku divê Gelê Kurd, gelên Tirkiyê, jin, ciwan û hêzên demokrasiyê eniya berxwedanê ya li dijî faşîzma AKP-MHP’ê qewîn bikin û têkoşînê mezin bikin û wiha bi dawî kir,

“Ev yek wezîfeya herî stratejîk a demê ye.

Gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de divê hîn bi xurtî xwedî li zindanan derkevin.

Ji bo pêşî li hovîtiya li zindana bê anîn, gelên me yên li derveyî welat divê bi çalakiyên cihêreng û afirîner polîtîkayên faşîzma AKP-MHP’ê teşhîr bikin û ji bo saziyên navneteweyî bixin nava liv û tevgerê, seferber bibin.

Ji bo şikandina bêdengiya raya giştî û saziyên navneteweyî, ji bo liv û tevgera li dijî faşîzma AKP-MHP’ê, em bang li gelê xwe yê li Ewropayê û tevahiya cîhanê dikin, bikevin nava tevgerê.”

Back to top button