Serokê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bi Silêman Soylu re civiya

Serokê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Bahedîn li gel Wezîrê Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu hevdîtin pêkanî.

Ofîsa Ragihandina Serokê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ragihand ku Serokê wan Selahedîn Mihemed Bahedîn li gel Wezîrê Hundirin ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu hevdîtin pêkaniye.

Di hevdîtinê de qala 5 welatiyên Başûrê Kurdistanê ên li Mêrdînê hatibûn kuştin hatiye kirin..

Bahedîn ji Soylu xwestiye ku bûyera li Mêrdînê ya ku têde 5 kes hatine qetilkirin were lêkolînkirin.

Serokê Yekgirtûya Îslamî bi Soylu re qala bûyera kuştinê ya li Mêrdînê kiriye

Berpirsên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê nexwestine li ser mijarê daxuyaniyê bidin.

Hêjayî gotinê ye ku di şeva 19’ê Çile de saet 00.30’an dema wesayîteke bi plakaya Iraqê li ser Rêya Armûşê ya Mêrdînê ser rêya xwe diçû, ji hêla hin kesan ve hatibun qetil kirin.

Her 5 kes ji bajarê Dihokê bûn.

Back to top button