Li Deraa mayînek bi erebeyek hêzên hikûmetê ve teqiya

Duh li nêzî riya Şam-Dera mayînek bi erebeyek leşkerên hikûmeta Şamê ve teqiya. Di encamê de, 2 leşker hatin kuştin û 17 jî birîndar bûn.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku duh mayînek ku berê ji aliyê kesên nenas ve li nêzî bajarokê Xirbet Xezal ya li ser riya Şamê- Dera hatibû bicih kirin bi otombîsek hikûmeta Şamê teqiya.

Di encamê de leşkerek hikûmetê hat kuştin û 18 leşkerên din birîndar bûn.

Îro yek ji birîndaran ji ber ku birîna wî giran bû jiyana xwe ji dest da.

Bi giştî 2 leşkerên hikûmetê hatin kuştin û 17 leşkerên din jî birîndar bûn.

Back to top button