Gundê Ebûş ê navçeya Til Temirê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat topbarankirin.
Rojane gundên herêma bakur û rojhilatê Sûriyê rastî êrişên dagirkeriya Tirkê tên.
Cihên sivîlan, gund û binesaziya herêmê dibe hedefa êrişên dagirkeran.
Îro car din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Ebûş ê bakurê navçeya Til Temirê bi obîsan topbaran kirin.
Derbarê zirarên topbaranê agahiyên nehatin bidestxistin.