Yekitiya Ragihandina Azad rapora xwe ya sala 2022’an a têkildarî binpêkirinên mafên rojnamevan ên li tevahî herêmên Sûriyeyê aşkere kir.
Di raporê de Sûriye wek 3 beşan hatiye dabeşkirin.
Herêmeke di bin serweriya hikumeta Şamê de, yek di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye.
Herêma sêyemîn jî ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê birêvebirin.
YRA: Di sala 2022’an de li Sûriyê 6 rojnamevan hatin kuştin
Di raporê de tê gotin ku Yekitiya Ragihandina Azad di sala 2022`yan de li tevahî herêmên Sûriyeyê kuştina 6 rojnamevanan û birîndarbûna 20’an, belge kir.
Ya herî dawî jî hedefgirtina rojnamevan Îsam Ebdela (nûçegihanê ANHA’yê û endamê YRA’yê) bû.
Di raporê de hat diyarkirin ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ya ji sala 2011’an û heta roja me ya îro 758 rojnamevanan di encama şerê li ser xaka Sûriyeyê de hatine kuştin.
Bi dehan jî girtî û winda bûne.